Sevim Hatun
05 Îlon 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
LONDRA
Li Îngilistanê li navendeke ku biyaniyên dê werin deresînorkirin lê diman, bi kamerayên veşartî dîmen hatin girtin, ji dîmenan tê xuyanê ku şert û mercên girtî di nav de dimînin û miemeleya ku li wan tê kirin ne însanî ye.
BBCyê dîmenên ku bi kameraya ku li girtîgeha Brook Houseya li paytext Londrayê hatin girtin weşand. Di dîmenan de tê xuyan ku şert û mercên girtiyan ne baş in û rastî miemeleyeke xirab tên.
Callum Tulleyê xebatkarê girtîgehê ji bo bernameya bi navê “Panaroma”yê bi kamerayekê dîmen girtin. Di dîmenan da tê dîtin ku sûcdar û penaber di heman girtîgehan de heta di heman hucreyan de dimînin. Hin xebatkarên girtîgehê li wan dixin.
Di dîmenan de tê dîtin ku kesên di girtîgehê de hişbirê bi kar tînin. Tê dîtin ku hin girtiyên ku hişbira bi navê "Baharat"ê bi kar tînin piştî ku dikevin bin tesîra hişbirê hewl didin ku xwe bikujin.
- Kesên ku 2 sal û nîv in di girtîgehê de ne hene
Girtîgeha ku di sala 2009an de hat vekirin ji bo penaberan e. Li vê derê maweya girtîbûnê 48 roj in lê belê tê dîtin ku hin kes ji 2 sal û nîvan zedetir e di girtîgehê de ne.
Tulleyê ku ji bo bernameya Panaromayê ya BBCyê dîmen girtin got ku wextê ew li girtîgehê dixebitî dît ku gelek penaberên bi mehan li vir hatine girtin hene û ew dixwazin vegerin welatê xwe.
Li navendê niha 508 girtî hene, ji sedî 45ê wan ji ber sûcên curbecur hatine girtin û piştî cezayê hepsê ji bo deresînorkirinê şandine vir. Ji sedî 55an jî penaberên ku ji bo îltîcayê serî lêdane û nehatine qebûlkirin û hin biyaniyên ku qewlê vîzeya wan tijî bûye ne.