HEWLÊR
Li Herêma Kurdistana Iraqê îdareya medreseyan ji Wezareta Karên Dînî hildan û dan destê Wezareta Perwerdeyê, ji ber vê jî ev biryar li Herêma Kurdistanê tê minaqeşekirin.
Rayedarên hikûmetê dibêjin ku tenê bi mebesta akademî û zanistiyê îdareya medreseyan dane destê Wezareta Perwerdeyê û eleqeya vê bi DAEŞ û radîkalîzmê ra tuneye, tenê hin alim li hember vê biryarê derdikevin.
Li gor agahiyan li Herêma Kurdistanê di bin banê mizgeftan da 39 medrese hatine vekirin û di medreseyan da nêzî 5 hezarî feqî hene. Ji van hezar û 700 keç in, 3 hezar û 200 jî kurik in û di medreseyan da dersa ilmên Îslamî digirin.
Xoceyê medreseyê Mezher Xoresanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji bo biryarê betal kin, li ser navê feqî û meleyan serî li Wezareta Perwedeyê dane.
Xoresanî destnîşan kir ku perwerdeya li medreseyan gelekî baş e û wiha xeberda: "Feqiyên medreseyan dersa fiqhê, eqaîd, tesawif û ilmên Îslamî dixwînin. Tenê alim û akademisyenên pispor dikarin van dersan bidin. Bêyî qerara mele û feqiyan ev biryar hat hildan. Ev medreseyên hanê bi xêra xêrxwazan hatine vekirin. Ji hêla Îslamê va ne durust e ku avahî û melzemeyên medreseyan dewrî saziyeke din bikin. Wek mayîn mamosteyên li Wezareta Perwerdeyê nikarin dersên ku li medreseyan tên dayîn, bidin xwendin."
Xoresanî diyar kir ku li Herêma Kurdistanê di pergala perwerdeyê da jî pirsgirêk hene û wiha got: "Wezareta Perwerdeyê nikare ji binê vî barî derkeve. Xelk ji perwerdeyê gilîdar e. Ev hin pirsgirêkên din jî derdixe."
- "Kes tevlî DAEŞê nebûye"
Xoresanî li ser pirsa "Eleqeya vê bi DAEŞê ra heye yan na?" wiha axivî: "Na, ji medreseyan yên radîkal û terorîst dernakevin. Ji medreseyan heta niha kes tevlî DAEŞê nebûye. Ev eşkere ye. Lê li saziyên din ên perwerdeyê gelek kes tevlî terorîstan bûne. Yên ku li dijî pêşmergeyan şer dikin ji saziyên din derketine. Bi vê biryarê dixwazin medreseyan rakin. Lê medrese ciyên ilmê ne. Naxwazin dîn û îlahiyat li Herêma Kurdistanê hebe. Em warîsên pêxember in. Heger wiha pêkutiyê bikin wê di ciyê ilmê da radîkalîzm derkeve."
Midûrê Saziya Bihêzkirina Heyeta Hevbeş a Wezareta Karên Dînî Merîwan Nexşebendî wiha xeberda: "Sedema vê biryarê ew e ku pergala li medreseyê kêm dimîne û têrê nake. Heta di medreseyan da pergal jî nemaye. Li medreseyan tenê fiqha Îslamê û agahiyên dînî tên dayîn. Di şert û mercên îro da metodeke perwerdeyê lazim e. Divê ilmên dînî û ilmên civakî û fenî bi hev ra bên xwendin. Wê xwendekar ilmên dînî û ilmên fenî jî fêr bibin. Wek mayîn yên ku mezûn bibin wê bi destê Wezareta Perwerdeyê bên tayinkirin."
Nexşebendî diyar kir ku 4 hezar û 500 feqiyên medreseyan piştgiriyê didin biryarê, lê qismek jî naxwazin û wiha peyivî: "Qismek ji ber sedemên şexsî û siyasî qebûl nakin. Bira partiyên Îslamî mijarê bi aliyê xwe va nekşînin. Mesele akademîk e. Hikûmet wezîfeya xwe dike. Medrese wê tehsîla xwe dewam bikin, tenê wê di bin destekî da bin. Wek mayîn eleqeya vê bi rêxistina terorê ya DAEŞê û alîgirên tundiyê ra tuneye."