MUMBAÎ
Rayedarê herêmî yê Saziya Mudaxeleya Bobelatê ya Neteweyî ya Hindistanê Alok Avastî got ku di bûyerê de kesek mir û ji bin kavilan jî 7 kes derxistin. Avastî di dema ku diçû cihê bûyerê bi telefona xwe daxuyaniyek da û diyar kir ku li gor texmînan 80 an jî 90 kes di bin kavilan de mane.
Li rojhilatê başûrê Mumbaiyê, avahiya 5 qatî ya nêzî rêya Dockardê îro bi saeta herêmî di saet 06.00an de hilweşiya. Di nûçeya televîzyona herêmî NDTV hatibû ragihandin ku herî kêm 25 kes di bin kavilên avahiyê de mane, lê rayedarên hindistanî der barê mijarê de tu daxuyanî nedabûn.