HYDERABAD
Hat ragihandin ku li Hîndistanê hejmara kesên ku ji ber germê mirin 2 hezar û 200 kesan zêdetir bû.
Ji Ajansa Meteorolojiyê KY Reddy daxuyand ku li welêt her çiqas germahî ji 50 pileyî ketibe 45 pileyî jî, li eyaletên Telangana û Andhra Pradeşê hê jî tengasî tê kişandin. Reddy got ku ew bêndêne ku hewaya germ rojek dîsa dewam bike.
Rayedaran daxuyandin ku vê heftê li welêt barana musonê wê bibare.
Di nav wan kesên ku ji ber germê mirine de kal û pîr, karkerên mecburin ku li derve bixebitin û kesên bêmal henin.
Li van herdu eyaletan îzna bijîjk û xebatkarên tenduristiyê hatin betalkirin ku ew zêdetir bixebitin.
Li Hîndistanê her sal di navbera adar û hezîranê de germahî zêde dibe û gelek kes dimirin. Di meha gulanê ya ku herî germ û hişkahî zêde de ye mirin zêdetir dibin. Germahiya hewayê bi barana musonê ya ku di dawiya hezîranê de dest pê dike de kêm dibe.