Nihat Kavşut
06 Îlon 2019•Rojanekirin: 08 Îlon 2019
Li Andra Pradeşa eyaleta Hindistanê jinika 73 salî piştî ku tedawiya dergûşên tûpê dît cêwî anî.
Li gor nûçeya BBCyê Magayamma Yaramatiya 73 salî û Sitarama Rajaraoyê mêrê wê yê 82 salî bi salan tedawiya dergûşên tûpê dîtin.
Yaramatiyê herî dawîn di çavdêriya Dr. Uma Sankar da du mehan tedawiya dergûşên tûpê dît û bi emeliyeta sezaryanê duh cêwiyên wê yên keçik çêbûn.
Dr. Sankar destnîşan kir ku rewşa dayik û zarokan baş e.
Li gor agahiyan Rajaraoyê bavê keçikan ku piştî zarok welidîn felçê lêxist tê dermankirin.
Li Pencara eyaleta Hindistanê sala 2016an da Daljinder Kaurê di 72 saliya xwe da zarokekî kurîn anîbû.