SILÊMANIYE
Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) ji bo ku zilaman ji tundiyê biparêzin li bajarê Silêmaniyê rêxistineke bi navê "Yekîtiya Zilamên Kurdistanê" hat avakirin.
Sekreterê Yekitiyê Burhan Alî daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û diyar kir ku ew bi sloganên "hezkirina welêt", "jiyanake nû, "hezkirina hevjînê" û "bavekî dilsoz" ve derketine rê û wiha axivî: "Bi vî navî û armancê ve li Rojhilata Navîn ev yekem rêxistine ku hatiye avakirin. Civaka me bi binpêkirina mafên jinan û desthilatiya zilaman ve tê nasîn. Ji ber vê avakirina rêxistineke wiha û daxwaza parastina mafên zilaman pir ecêb hat hesibandin. Revebiriyên fermî piştî 2 salan destûr dane me ku em rêxistinê ava bikin. Herî zêde jî rêxistinên jinan bertek nîşanî me dan. Hêj jî bi çavê dijminatiyê li me dinêhêrin."
Alî diyar kir ku her diçe tundiya li ser mêran zêde dibe û wiha got: "Mînak di sala 2008an de, di mijara tundiya li ser zilaman de 33 bûyer qewimîn lê ev hejmar di sala 2012an de bû 163. Di serê vê salê de jî 41 bûyer qewimîn. Tundiya fîzîkî, li ser mêrê xwe dost girtin û îxanet, zordariya psîkolojîk, kêmkirina mehaneyê û ji kar derxistin tundiyên li ser zilaman e."
Alî ragihand ji bo ku zilam bên parastin qet qanûn û xebat tunene û dema ku aciziyek di navbera jin û mêran de çêdibe bi piranî jin mafdar tê dîtin.
Alî diyar kir ji bo ku pirsgirêkên di nav mal de bên çareserkirin û rola zilaman a di malbatê de bê zanîn, xebatên wan ên perwerdeyê jî hene û wiha got: "Em dixwazin zilaman agahdarbikin ku ka ew dê di nav malbatê de çawa tevbigerin. Ne tenê li Sêlimaniyê, li bajarên din jî qursên me vedibin. Ji bo ku jin neyên kuştin em hewl didin ku zilaman hişyar bikin."