Mehmet Nuri Uçar
25 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2026
Hat ragihandin ku li bajarê Hudeydeyê ya li Yêmenê ya ku xwediyê bendergehek e ku vedibe Deryaya Sor hin cî di bin bombebaranên mezin da ma, li bajêr dengê teqînên li pey hev hat bihîstin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hin cihên li bajarê Hudeydeyê rastî bombebarana giran hat. Li bajarê ku li pey hev dengê teqînan hat bihîstin hat dîtin ku gelek wesayîtên asîmanî yên bêmirov (ÎHA) difirin.
Çavkaniyan da zanîn ku bombebaran di nav gel da bû sedema panîkê û ji hin cihan dûman bilind bû.
Der barê hedefên bombebaranê û mirinên ji ber bombebaranê hê tu daxuyaniyên fermî nehatin dayîn.