DIYALA
Hat ragihandin ku girtîgeha Ebû Gureybê ya li Iraqê hat girtin û girtiyên tê de jî sewqî girtîgehên derdorê kirin.
Wezîrê Dadê yê Iraqê Hasan eş-Şemmerî daxuyaniya nivîskî da, di daxuyaniyê de diyar kir ku Girtîgeha Navend a Bexdayê ya bi navê xwe yê berê Ebû Gurey, bi hinceta dibe ku êrîşî girtîgehê bê kirin, girtîgeh hat valakirin û girtiyên di girtîgehê de sewqî girtîgehên derdorê kirin.
Şemmerî wiha got: "Me 2 hezar û 400 mehkûm û girtî sewqî girtîgehên li bajarên din kirin, sewqkirin temam bû. Ji bo tewdîrê, girtîgeh hat girtin."
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên nêzîkî wezaretê hatin sitandin girtîgeh bi hinceta "li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin dê êrîş bê kirin û mehkûm bên revandin" hat girtin.
Di tîrmeha sala par de kesên çekdar êrîş biribûn li ser girtîgeha Ebû Gureyb û Taciyê. Wezaretiya Dadê ragihandibû ku di êrîşan de herî kêm 100 mehkûm revîne, 27 kes mirine û 39 kes jî birîndar bûne. Li gor çavkaniyên ewlehiyê jî diyar kiribû ji girtîgehê piraniya wan endamên El-Qaîdeyê 815 mehkûmî firar kir û Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) xwe wekî berpirsiyarê bûyerê nîşan dabû.
Girtîgeha Ebû Gureybê di sala 2003yan de piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Iraq dagir kir, bi destdirêjî û êşkenceyên leşkerên DYAyê hat rojevê.