Haydar Karaalp
11 Nîsan 2026•Rojanekirin: 11 Nîsan 2026
Di dengdayîna li meclisê hat kirin da Nizar Amêdî (58) yê ku namzedê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bû di di parlementoya 329 parlamenterên wê hene da bi 227 dengan wek serokomar hat hilbijartin. Bi tevahî 229 parlamanteran deng da.
Li gorî hevkêşeya siyasî ya piştî sala 2003an li Iraqê, serokomar ji nav namzedên partiyên Kurd tê hilbijartin.
Ji bo posta serokomariyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Wezîrê Karên Derva yê niha Fûad Husên, YNK jî Nizar Amêdiyê ku di hikûmeta berê ya Iraqê da wezîrtiya jîngehê kiribû weke namzêd nîşan dabû. Ji bo posta navborî tevî PDKyê û YNKyê 17 kes ketibûn pêşbirkê. Amêdî piştî hat hilbijartin li parlamentoyê sond xwar û dest bi peywira xwe kir.
Li gorî Destûra Iraqê maweya serokomariyê 4 sal e û heman serokomar tenê dikare carekê bê hilbijartin.
Serokomarê ku bê hilbijartin dê avakirina hikûmetê bi koma herî mezin a parlementoyê bispêre.
Li Iraqê hilbijartina parlementoyê 11ê meha mijdara 2025an hatibû kirin. Ji ber lihevnekirinên siyasî hikûmeta nû hê nehatiye pêkanîn.
Hikûmeta heyî jî weke "hikûmeta birêvebirina karûbarên rojane" erka xwe didomîne.
Serokomarê nû digel berpirsyariya Buroya Bexdayê ya YNKê şêwirmendiya Serokomariya Iraqê û Wezîrtiya Jîngehê jî kiribû.