BEXDA
Li Iraqê di êrîşa ku bi wesayîteke bombebarkirî hat kirin de di navbera hêzên Iraqê, Heşdû Şebîyê û DAEŞê de pevçûn derketin. Di pevçûnan de 72 kes mirin û 24 kes jî birîndar ketin.
Li gor agahiyên ku ji çevkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, wesayîteke bombebarkirî li tanga rêya mixazeyan a li herêma Zaferaniyeyê ye hat teqandin di encama teqînê de 6 welatî mirin, hinekên wan giran 22 kes jî birîndar ketin.
Di şerê ku di navbera hêzên Iraqê, Heşdû Şebîyê û DAEŞê derket de jî 17ê wan ji hêzên Iraqê û Heşdû Şebiyê, 47ê wan ji DAEŞê bi tevahî 64 kes mirin, 2 kes birîndar bûn.
Tegmen Raîd Mîzwariyê ku di hêzên pêşmergeyan de wezîfedar e diyar kir ku 2 pêşmergeyan dema ku bombe di rex rêya Mexmûrê de bi cî dikir bombe teqiya û herdu pêşmerge mirin.