BABÎL
Hat diyarkirin ku li bajarê Babîla Iraqê bi wesaîteke bombebarkirî êrîş hat kirin û di encama êrîşê de 10 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê bi dest xist, li bakurê Babîlê li dijî cihê kontrolê bi wesaîteke bombebarkirî êrîş hat kirin. Di encama êrîşê de 10 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Hê jî berbirsiyariya êrîşê kesî negirte ser xwe û der barê bûyerê de daxuyaniyeke fermî nehat dayîn.