Yarbay Galîb et Taiyê ku di nav polêsên Iraqê de wezîfedar e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Devratul Hamamîla ku dikeve rojavayê Mûsûlê bi wesaîtên bombebarkirî êrîşa xwekujiyê birin ser polêsên dewriye.
Taî destnîşan kir ku di êrîşê de 3 polês mirin, 7 jê polês 14 kes jî birîndar bûn.
Li Iraqê ji destpêka operasyonên ku hikûmeta Iraqê li ser El Qaîdeyê dike vir ve, li bajarê Enbarê şîdet zêde bû. Li Mûsûlê jî hema hema her roj êrîşan dibin ser hêzên ewlekariyê.