TÛNIS
Hat ragihandin ku li Bakûrê Kamerûnê di şerê hêzên Kamerûn û Nîjeryayê li dijî Boko Haramê didin de 5 leşker û 86 milîtan hatin kuştin.
Berdevke Wezareta Parastinê ya Kamerûnê Serheng Dîdîer Badjeck diyar kir ku di şerê li herêma Wîzaya nêzî sînorê Nîjeryayê derket de 5 leşker mirin, 7 leşker birîndar bûn û wesaîteke Boko Haramê jî hat bidestxistin.
Artêşa Nîjeryayê jî destnîşan kir ku 86 milîtanên BokoHaramê hatin kuştin.
Di vê navberê de Serheng Joseph Nûmayê ku operasyona "Alfa"yê birêve dibe ragihand ku ji hezarî zêdetir kesên wisa tê texmînkirin ku endamê BokoHaramê ne ji bo teslîmî polêsan bên kirin li bajarê Maroûayê di girtîgehekê de girtî ne. Nûmayê ji Kamerûnê der heqê mijarê de zêde agahî neda.
Dûh li Yaûndeya paytextê Kamerûnê, dîwana Civata Aboriya Welatên Afrîqaya Navîn (CEMAC) hat kirin û ji welatên endam Angola, Bûrûndî, Kamerûn, Komara Afrîkaya Navîn, Kongo, Komara Kongoya Demokratîk, Gabon, Ekvator Gîne, Çad, Sao Tome û Komara Demokratîk a Prîncîpeyê beşdarî dîwanê bûn û li ser meseleya têkoşîn û tewdîrên ku divê li hemberî rêxistinê bên girtin hevdîtin kirin.
CEMAC ji bo piştgiriya têkoşîna li hemberî BokoHaramê biryar dabû ku wê 86 milyon dolar piştgirî bide Kamerûn û Çadê.