Abdullah Tel
22 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2017
BARSELONA
Li Herêma Xweser a Katalonyayê di hilbijartina parlementoyê da partiyên alîgirên serxwebûnê bi ser ketin.
Hikûmeta navendî ji ber îlankirina serxwebûna yekalî parlementoya Herêma Xweser a Katalonyayê ya ku ji 135 endaman pêk tê fesix kir. Loma hilbijartin hat kirin û şêniyên herêmê ji bo hilbijartina endamên nû çûn ser sandoqê.
Di hilbijartina duh hat kirin da Partiya Demokrat a Ewropayê ya Katalonyayê (PDeCAT) û Mutabiqiya Demokratîk a Katalonyayê (CDC) tevlî hev bi navê "Koalîsyona ji bo Katalonyayê bi hev ra" ketin hilbijartinê û 34 parlementer, Çepê Komarparêziya Katalonyayê (ERC) 32 parlementer û Partiya Endamtiya Yekîtiya Gel (CUM) jî 4 parlementer qezenc kirin.
- Alîgirên serxwebûnê dikarin hikûmetê damezrînin
Rêjeya dengên ku alîgirên serxwebûnê qezenc kirin ji sedî 50yî derbas nebû lê bi saya pergala hilbijartinê 70 parlementer qezenc kirin û ji bo damezrandina hikûmetê raye bi dest xistin. Li Katalonyayê ji bo damezrandina hikûmetê 68 parlementer lazim e û ew ji vê derbas bûn. Partiyên cudaxwaz di hilbijartina sala 2015an da 72 parlementer qezenc kiribûn lê digel vê dîsa jî desthilatdarî bi dest xistin.