Ruslan Rehimov
04 Hezîran 2021•Rojanekirin: 05 Hezîran 2021
Tepinka ku Ermenistanê dema Kelbecer dagir kiribû binerd kiribû teqiya û 2 rojnamegerên Azerbeycanî can dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Otobusa ku rojnamegerên Azerbeycanî tê da bûn û di herêma Kelbecer a ji dagirkeriya Ermenistanê hatibû rizgarkirin da diçû bi ser tepinka ji heyama dagirkeriyê binerd kiribûn da derbas bû.
Bi teqîna tepinkê va ji Ajansa Nûçeyan a Dewleta Azerbeycanê (AZERTAC) Meherrem Îbrahimovê nûçegihan û ji Têlevizyona Dewleta Azerbeycanê (AZTV) Sîrac Abîşovê qameravan, can dan.
Di bûyerê da yek jê xebatkarê AZTVyê bi tevahî 3 kes jî birîndar bûn.