16 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2017
KERKÛK
Li semta Musellaya navenda Kerkûkê li dijî 2 buroyên tirkmenan ji aliyên kesên nasnameya wan nediyar ve êrîşa çekdarî hat lidarxistin.
Rêveberê Polîsê Kerkûkê Xetab Umer di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de got, "Li navenda Kerkûkê li dijî 2 buroyên Eniya Tirkmen a Iraqî êrîşa çekdarî hat lidarxistin."
Umer destnîşan kir ku li dijî buroya Eniya Tirkmen a Iraqî ya li Musellayê û buroya Yekîtiya Esnafên Tirkmen 2 êrîşên hevdem hatine lidarxistin û anî ziman ku kes nemiriye lê di buroyan de xisara maddî çêbûye.
Umer herwiha îfade kir ku êrîş ji aliyên kesên ku nasnameya wan ne diyare ve bi çekên RPGê hatine lidarxistin û piştre Hêzên Dijeterorê demildest lêpirsîn dane destpêkirin.