26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2017
BOGOTA
Hikûmeta Kolombiyayê piştî peymana aştiyê ya bi Hêzên Çekdarên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) re çêkir ragihand ku xebatên der barê milîtanên FARCê heta 31ê derbasî cihên kombûnê bibin û çileyê paşîn çekên xwe bibin, dewam dike.
Berpirsiyarê herêmên Derbasbûn û Normalbûnê Carlos Cordonba li Qesra serokatiyê Casa de Narinoyê daxuyanî da rojnamevanan û got: "Hêviya me ew e ku milîtanên FARCê sozê xwe bînin cih û heta 31ê çileyê paşîn derbasî cihên kombûnê bibin."
Cordonba got ku ji bo heta 31ê çileyê paşîn milîtan derbasî cihên kombûnê bibin piştgiriyeke mezin didin.
Her wiha çapemeniye Kolombiyayê jî daxuyaniya Serokê FARCê Rodrigo Londono weşandibû û wî gotibû: "Heke hikûmet binesaziyên hewce dike pêk nîne dibe ku dîroka derbasbûna cihê kombûnê paşve bê avêtin."
Cordoba ragihand ku der barê vê mijarê de tu daxwaz ne gihîştine ber destê wan û got ku ji xeynî vê ji bo cihên milîtanên FARCê bê çêkirin amûrên hewce dike hatin peydakirin.