Nihat Kavşut
28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 29 Hezîran 2017
BOGOTA
Neteweyên Yekbûyî (NY) eşkere kir hemû çekên Hêzên Çekdarê Şoreşger yên Kolombiyayê (FARC) teslîm hildane.
Misyona Kolombiyayê ya NYê daxuyaniya nivîskî da û destnîşan kir di çarçoveya peymana aştiyê ya di navbera FARC û hikûmeta Kolombiyayê da pêvajoya sêyemîn ya çekdanînê temam bû û hemû çekên FARCê hatin teslîmkirin.
Hat destnîşankirin li 26 ciyên komkirina çekan qederê 7 hezar û 132 çekên milîtanên FARCê hatin komkirin. Çekên hatine komkirin heta 1ê tebaxê li gor peymanê ji bo ewlehiya FARCê di konteynerên li kampan da wê bên mihafezekirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin 77 depoyên cebilxaneyê jî hatine îmhekirin.
Li welêt îro wê ji bo teslîmkirina çeka dawîn a FARCê merasim bê çêkirin. Juan Manuel Santosê Serokê Dewleta Kolombiyayê wê îro tevlî merasimê bibe. Santos li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji bo piştgiriya dan pêvajoya aştiyê sipasiya Misyona Kolombiyayê ya NYê kir.