Önder Beyter
17 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2018
BOGOTA
Li Kolombiyayê li kirê bajarê Segovia helîkoptereke eskerî ket xwarê û di encamê da 8 jê esker 10 kes mirin.
Piştî qezaya li bajarê Segovia yê li ser herêma rêveberiyê ya Antioquia, Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
Santos diyar kir ku ji ber qezayê pir xemgîn e û serxweşî da malbatên muretebat û herdu rêwiyan.
Wezîrê Parastina Kolombiyayê Luis Carlos Villegas jî ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî zanyarî da û ragihand ku hêzên ewlekariyê çûn ser berateya helîkopterê. Villegas diyar kir ku ji bo kifşkirina sedema qezayê, lêkolînê dest pê kir.
Di nûçeyên çapemeniya welêt da hat destnîşankirin ku cureyê helîkopterê MI17 ye.