KONYA
Hêzên ewlehiyê li 3 bajêran ku navênda wê Konya ye, operasyon birin ser DAEŞa rêxistina terorê. Di encama operasyonê de 15 kes hatin binçavkirin.
Tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşînê ya Midûriyeta Bajêr li dijî DAEŞa rêxistina terorê li Konya, Enqere û Manîsayê di heman demê de operasyon birin ser 30 navnîşanan.
300 polês beşdarî operasyonê bûn û di operasyonan de jê yek jin bi tevahî 15 kesên ku tê îdiakirin endamên rêxistinê ne hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku operasyon hê dewam dike û dibe jimara binçavkiriyan zêde bibe.
Li Yuksekovayê 2 kes hatin binçavkirin
Hat ragihandin ku di operasyona li Yuksekovaya navçeya Hekariyê birin ser YDG/H ya şaxa ciwaniyê ya PKKê de 2 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan ekîbên Şaxa Têkoşîna Bi Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Navçeyê girtin ser Navenda Çandê ya Geverê ku li ser Xaçerêya Girtîgeha Berê ye.
Di encama operasyonê de 2 kesên ku tê îdiakirin endamê YDG/Hyê ne hatin binçavkirin.
Li Wanê operasyona li dijî YDG/Hyê
Di operasyona li dijî Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz (YDG/H) a tevgera ciwanan a rêxistina PKKyê de 16 hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr li hemberê YDG/Hya ku wekî tevgera ciwanên rêxistina PKKyê tê zanîn bi hevdemî avêtin ser 30 adresên ji berê de hatibûn kifşkirin.
Ekîban 16 berşik binçav kirin.
Di lêgerînê de demançeyeke bêruhsat, tifingeke bêruhsat, demançeyeke viroke, gelek fîşengên hewayê û dokûmanên rêxistinî hatin bidestxistin.
Hat destnîşankirin ku berşik dê piştî kutabûna miemeleyên li emniyetê dê sewqî dadgehê werin kirin.