Mahmut Geldi
14 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2021
Hat ragihandin ku li Beyrûta paytextê Libnanê gule berdan alîgirên Tevgera Emelê ya Şîeyan û Hizbullahê di bûyerê da 3 kes hatin kuştin, 20 kes birîndar bûn.
Par li Lîmana Beyrûtê teqîn çêbûbû û heta niha dadger Tariq el-Bîtar li ser doza teqînê dixebite û lêpirsînan dimeşîne. Alîgirên Tevgera Emelê û Hizbullahê bi daxwaza ku şûna dadger Tariq el-Bîtarê kesekî din were tayînkirin, civiyan ku bimeşin Qesra Edaletê ya Beyrûtê.
Li gor agahiya ku AAyê ji nûçegihanê xwe yê herêmê hilda, xwepêşandêr dema ku ber bi Qesra Edaletê ya Beyrûtê dimeşiyan û wextê hatin texma Et-Tayyûnayê ser hin avahiyan gule berdan wan.
Di gulebarandinê da 3 kes hatin kuştin, 20 kes birîndar bûn. Di bûyerê da roket hatin avêtin û çekên lûledirêj hatin bikaranîn.