Elif Orhan
30 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2016
BRUKSEL
Rêxistina Doktorên ku Sînor Nasnakin (MSF) da zanîn ku li bajaroka Madayayê ya ku di bin eblûqeyê de ye arîkariyên ku NYyê şandin mirin nedan sekinandin û di vê meha dawîn de 16 kesên din jî ji birçîna mirin.
Di rapora MSFyê de hat bibîrsixtin ku konwoyên arîkariyê yên NYyê di serê mehê de gihaştin bajarokê. Rêxistinê da zanîn ku digel vê arîkariyê pirsgirêk berdewam dike, herî kêm 320 weqeyên xwexwedîkirina kêm qewimîn, ji vana rewşa 33 kesan giran e û heke demildest neyên dermankirin dê bimirin.
Rêxistinê eşkere kir ku di meha dawîn de 16 kesên din jî mirin û da zanîn ku li Mûaddamiyeya bajaroka Şamê ji ber eblûqeyê bûyerên kêmxwexwedîkirinê derketin holê.
Dîrektorê Operasyona MSFyê Brîce de le Vîngne diyar kir ku hewceyî heye ku li Madayayê demildest xebatkarên tenduristiyê yên serbixwe hebin û got "Mirov gelekî kêm dikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê, em wisa difikirin ku dê rewşa tenduristiyê xirab bibe." Rayedarê MSFê bang kir ku demildest eblûqe bê rakirin.
- Ev 7 meh in ku di bin eblûqeyê de ye, gel pişîkan dixwe
Madayayê ku li bakurê rojavayê Şamê de cî digire, ji 7 mehan vir ve ji aliyê hêzên rejimê û milîtanên Hîzbûllahê ve hatiye dorpêçkirin. Eskerên rejimê û Hîzbûllahê li dora Madayaya ku 40 hezar nifûsa wê heye mayîn veşartin û ji ber midaxaleyên hêzên rejimê niştecihên bajarokê nikarin ji herêmê derkevin û nikarin xwe bigihînin madeyên xurekê yên bingehîn. Gel ji bo ku nemire pelên daran û heta mecbûr dimînin ku pişîkan jî bixwin.
- Herî kêm 46 kes ji birçîna mirin
Rêxistina Doktorên ku Sînor Nas Nakin eşkere kiribû ku ji ber eblûqeyê meha borî 30 kes ji birçîna mirin. Bi mirinên dawîn jimara kesên ku ji birçîna mirin derket 50 kesî.
Li gor reqamên NYyê bi qasî 4,5 milyon sûriyeyî, li herêmê li cihên ku hatûçûna lê zehmet e dijîn, 400 hezarê wê jî li 15 herêmên di bin eblûqeyê de ne û ji hewcedariyên bingehîn mehrûm in.
Mixalifên Sûriyeyî ji bo ku beşdarî hevdîtinên li Cenewreyê bibin şert nîşan dabûn ku arîkarî bibin ji herêmên di bin eblûqeyê de. Piştî ku di vê mijarê de temînat hat dayîn mixalifan eşkere kiribû ku dê beşdarî hevdîtinan bibin.