Nihat Kavşut
31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
KUALA LUMPUR
Li Malezyayê qederê milyonek û nîv Hindu ji bona cejna xwe ya Thaipusamê pîroz bikin kom bûn.
Hinduyên ji Malezyayê ji bona pîrozkirina Cejna Thaipusamê ji ciyên curbecur yên dinyayê hatin Şikefta Batuyê ya li paytext Kuala Lumparê ku wekî perestgeha herî mezin ya Hinduyan tê qebûlkirin.
Cejna Thaipusamê di mehên Rêbendan-Sibatê da tê pîrozkirin û li gor baweriya Hinduyan rojeke pîroz e. Di cejnê da ji bona Muruganê "Xwedayê Şer" çalakî hatin kirin.
Hindu wisa bawer dikin ku çiqas li ber êşê ber xwe bidin ewqas nêzî Xwedayên xwe dibin, loma jî barên ji sembolên Hinduyan pêk tê û qederê 20 kîlo giran in li ser xwe digerînin û direqisin.
Di cejnê da Hindu heta Şikefta Batuyê qederê 3 kîlomêtro meşiyan û ji 272 pêpelûkên asê derketin.
Hin Hindu ji bona zeximbûna xwe nîşan bidin şîş di canê xwe ra kirin û hin Hindu jî şîrê di kûpan da li ser serê xwe birin.
Li Şikefta Batuyê peykerê Murugan heye û 42 mêtro bilind e û li gor Hinduyan mekanekî pîroz e.
Malezya ji sedî 6,3 ji Hinduyan pêk tê û Thaipusam wekî cejneke fermî tê pîrozkirin.