QAHÎRE
Piştî ku li Misrê artêşê dest da ser rêveberiyê, kesên nenas li bajarê Marsa Matrûhê bi rokêtan êrîşî rêveberiya ewlehiyê kirin. Li gor agahiyan 6 polês mirin.
Di derheqê êrîşkeran de heta niha tu agahî nehat dayîn. Li bajêr, xwepêşanên ku piştgiriyê didin Muhemed Mursî dewam dikin.
Ji aliyê din ve hêzên ewlehiyê piştî derbeyê operasyon kirin û di operosyonan de gelek kes hatin binçavkirin.
Polêsa avêt ser ofîsa qanala televizyona El Cezîre Mubaşîr a Qatarê. Hin xebatkarên teknîkê tevî nûçegihanan ve hatin binçavkirin. Piştî ku polêsan weşana qanala El Cezîreyê ya Qahîreyê dan sekinandin, qanala televîzyonê El Cezîreyê ya li navenda Qatarê weşan hat domandin.
Heta niha der barê mijarê de daxuyaniyeke fermî nehat weşandin.
Di navbera alîgirên Mursî û dijberên wî de jî pêvçûn derket û 123 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku li ser çalakvanan çek û alavên jêkirinê hatin girtin.
Di vê navberê de li hin bajaran jî li hemberî derbeya leşkerî çalakî didomin.