QAHÎRE
Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Misrê Nebîl Fehmî, bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry û bi Wezîrê Karên Derve yê Avustralyayê Bob Carr re bi têlefonê guftûgo kiriye.
Hat diyarkirin ku Wezareta Karên Derve ya Misrê daxuyand ku Fehmî bi Kerry û Carr re der barê bûyerên Misrê, pirsgirêka Filistînê, qeyrana Sûriyê û pirsgirêkên herêmî yên girîng de guftûgo kiriye.
Fehmî di dawiya axaftina xwe de got: ''Di nav salekî de dê hilbijartinên serokomarî û yên parlementoyê bên kirin.''