İbrahim Atmaca
28 Îlon 2020•Rojanekirin: 29 Îlon 2020
Mixalifê Misrî mitehît Mihemmed Elîyê ku wek mişextî li Îspanyayê dijî, bang kir ku li dijî rejimê xwepêşandêr werin lidarxistin. Li ser bangewaziyê çalakiyan di 20ê îlonê da dest pê kir, li bajarên Gîza û Kînayê du heta êvarê dewam kirin.
Li gor medyaya civakî û malperên nûçeyan ên mixalefeta rejima Misrê, êvarê li bajarên Gîza Kînayê komên xwepêşandêr li dijî Serokomarê Misrê Ebdulfettah es-Sîsî xwepêşandan li dar xist.
Li gor medyaya ku piştgiriyê dide rejima Misrê jî li welêt herî zêde sikûnet hakim e û nûçeyên mîna "Kes guh nade bangewaziya Mihemed Elî" tên çêkirin û tê îdiakirin ku dîmenên ser medyaya civakî yên berê ne, lêbelê di hin dîmenên ku bi têlefona destan hatiye kişandin da dîroka xwepêşandinan heye.
Li gor dîmenên kanalên têlevîzyonê yên weke “Mukemmilin” ü “Şerq”ê ku li derveyî Misrê weşanê dikin û yên komên mixalif ên cuda ne, di navbera xwepêşandêr û polêsan da rageşî heye, polês ji bo ku xwepêşandêran bela bike xaza îsotê direşîne.
Mixalifê Misrî Mihemed Eliyê mitehît par jî di meha îlonê da bangî gel kiribû ku dijî rêvebiriya Sîsî çalakiyan bikin û bangewaziya wî qismen bi cih hatibû.
Ji aliyê din va li gor nûçeyên çapemeniya herêmî Serokomar Sîsî li bajarê Kalyubeyê beşdarî vekirina projeyeke neftê bû û tê da got, "Hin kesên ku bangî Misriyan dikin û qala guherînê (rêvebiriyê) dikin hene. Ya rast ev e ku qesta bangewaziyan hilweşandina dewletan e."