Ömer Faruk Yıldız
28 Nîsan 2021•Rojanekirin: 29 Nîsan 2021
Li China eyaleta Myanmarê ku ser sînorê Bangladeşê di navbera koma çekdar a nijadî ya dijî derbeyê û artêşê da şer derket herî kêm ji artêşa Myanmarê 10 esker hatin kuştin.
Rêvebirê Yekîneyên Parastina Chinlandê (CDF) ku piştî derbeya eskerî ya di 1ê Sibatê da çêbû, hat damezrandin der barê şer û pevçûnên duh li bajarê Mintadê çêbû da daxuyanî da rojnameya The Irrawaddyê.
Rêvebirê CDFyê got ku duh ber bi êvarê li herêmên çiyayî yên bajêr êrîşî ser konvoya artêşê kirin û herî kêm 10 esker kuştin lê şer û pevçûn jî seranserê rojê dewam kir.
Heman rêvebirî got ku artêşê jî îro ber destê sibehê dest bi êrîşan kir û wiha dewam kir: "Bi topên hewanê û RPGyan bersiv dan. Em di nav bombebaranê da man."
Rêvebirê CDFyê der barê zirar, ziyana gihîşt wan da û ji alî wan çend kuştî û birîndar hene da tu agahî neda.
- Li Myanmarê derbeya eskerî
Artêşa Myanmarê piştî îdiayên ku di hilbijartina 8ê Mijdara 2020î da hîle hatiye kirin, ragihandibû ku ew ji bo salekê dest datîne ser rêveberiya welêt û di 1ê Sibatê da artêşê derbe kiribû.
Artêşê seroka welêt ya niha û Wezîra Karên Derva ya Berê Aung San Suu Çii jî di nav da gelek rêvebirên partiya desthilat binçav kiribûn û salekê rewşa derasayî îlan kiribû.
Di protestoyên dijî derbeya eskerî û binçavkirina endamên hikûmeta hilbijartî hatin lidarxistin da ji ber mudaxeleya hêzên ewlehiyê heta niha 755 kes hatin kuştin.
Li welêt ji aliyekî va çalakiyên berfireh ên dijî derbeyê dewam dikin lê li aliyê din jî darizandina endamên hikûmetê di dadgeha eskerî da dewam dike.