MÛSIL
Li Mûsila wilayeta Iraqê pevçûnên navxweyî berdewam dikin. Mayîna ku milîtanên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) di bin erdê de veşartibûn, hat teqandin. Hat ragihandin ku di teqînê de pêşmergeyek mir û 4 pêşmerge jî birîndar bûn.
Berpirsiyarê Yekîneya Pêşmergeyan ya Sipîlkaya li ser sînorê Mûsilê Ebdûlrehman Kewrinî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku mayîna ku milîtanên DÎŞIyê berê di bin rêya Rabîa-Sînûnê de vaşertibûn, hat teqandin. Di teqînê de pêşmergeyek mir û 4 pêşmerge jî birîndar bûn. Kewrinî got ku pêşmergeyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Zaxoyê.
Kewrinî got ku di van demên dawîn de armanca DÎŞIyê ew e ku mayînan di bin erdê de veşêre û bi vî awayî zirarê bide pêşmergeyan. Kewrinî wiha dewam kir: "Tîmên me yên îmhakirina bombeyan, her dem xebatên lêgerîn û qontrolkirina mayînan dikin. Heta niha dehan bombe hatin dîtin û derxistin. Lêbelê milîtanên DÎŞIyê car caran digihêjin armanca xwe û dema ku wesayîtên pêşmergeyan diborin, mayînan diteqînin. Pêşmerge êdî dê li hember van êrîşan bêtir baldar be."