HONIARA
Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya DYAyê daxuyand ku di navbera navenda erdhejê û paytext Honîarayê de 323 kîlomêtre mesafe heye. Erdhej 29 kîlometre di bin erdê de qewimî û piştî erdhejê Navenda Hişyariya Tsûnamiyê ya Herêma Pasîfîkê ji bo tsûnamiyê hişyarî da Giravên Solomonê, Vanuatu û Papua Gîneya Nûyê.
Navendê diyar kir ku ew tam nizanin ku tsûnamiyê rabe an jî ranebe, lê lerza erdhejê pir zêde bû û dibe ku bibe sedema tsûnamiyê.