ÎSLAMABAD
Li Qereçiya bajarê Pakistanê otobêsa polêsan bi êrîşa xwekujiyê hat teqandin û li gor agahiyên ewilîn di êrîşê de 11 polês mirin û 40 polês jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan li herêma Şah Letifê ya bajêr erebeyeke bombebarkirî li ser rê ber bi otobêsa ku 60 polês tê de bûn hat û xwe teqand. Li gor agahiyên ewilîn di êrîşê de 11 polês mirin û 40 polês jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Cînnah a ku li bajêr e.
Serokomarê Pakistanê Menun Huseyn êrîş şermezar kir.