Türkan Tosun
15 Tebax 2017•Rojanekirin: 15 Tebax 2017
PARÎS
Pîerre-Henry Brandetê Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Fransayê daxuyand ku li Parîsê taxa Seîne-et-Marneyê wesayîtek ket dikana Pîzzayê.
Brandet got di bûyerê de keçikeke 13 salî miriye, 4 jê giran bi tevahî 8 kes birîndar bûne.
Brandet bal kîşande ser bûyerê û got dema şopa tekerên wesayîtê tê lêkolînkirin mirov şopa frenê nabîne, piştî bûyerê jî şofêr hewl nedaye ku bireve.
Wezîr Brandet got wisa xuya dike ku bi zanetî ev tişt hatiye kirin.
Brandet anî ziman êrîşkar hefteyek berê jî xwestiye ku xwe bikuje.
Hat ragihandin ku êrîşkar hatiye binçavkirin û bi zanetî wesayîta xwe li ser mirovan de ajotiye, lê di destê rayedaran de delîlek tune ku nîşan bide ev bûyereke terorê ye.