Sevim Hatun
18 Hezîran 2017•Rojanekirin: 18 Hezîran 2017
MADRÎD
Hat ragihandin ku di şewata daristanê ya li nêzî Pedrogao Grandeya bajarê Portekîzê ku ji roja şemiyê vir ve dewam dike de, 39 kes mirin.
Sekreterê Dewletê yê Karên Navxweyî yê Portekîzê Jorge Gomes diyar kir ku hejmara kesên di şewata daristanê de mirin gihîşt 39an.
Gomes got ku ji 59 birîndaran jê 18 kes sewqî nexweşxaneyê kirin, 4 ji wan xebatkarê agirkujiyê bi tevahî rewşa 5 kesan xedar e.
Hat gotin ku agirê bi daristanê ket bi hêza germê û bayê di demeke kurt de gur bû, herwiha agir avête malên derdorê û xisareke mezin çêbû.
Çapemeniya Portekîzê daxuyand ku hin mirov tevî wesayitên xwe di nav agir de mane û can dane.
Ji bo vemirandina agir li herêmê zêdetirê hezar û 500î xebatkarên agirkujiyê hatin wezîfedarkirin.