DONETSK
Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê Arsen Avakov daxuyanî da û diyar kir ku duh êvarê hin komên çekdar avêtin li ser avahiya hikûmetê û qereqola polêsan. Li ser vê yekê pevçûn derket.
Avakov diyar kir ku li Kramatorskêhê êrîş hê didomin û polês jî bersivê didin êrîşan û wiha dewam kir:
"Li bajarê Kransy a Donetskê hin koman xwestibûn ku biavêjin li ser avahiyên hikûmetê û qereqola polêsan, lê li ser bersiva polêsan êrîşa komên çekdar hat berterefkirin."
Hat ragihandin ku komên çekdar li bajarê Drûzhkovayê jî avêtin li ser avahiyên hikûmetê. Duhê jî hin kesên çekdar avêtibûn li ser midûriya ewlehiya navçeya Slavyanska Donetskê.
Tê gotin ku ji 6ê nîsanê û vir ve komeke ku ji dora hezar û 500 kesan pêk tê ya tê texmîn kirin ku nêzî Rûsan ne, li bajarê Donetsk, Kharkîv û Lûganskê avahiyên asayîşê û yên hikûmatê bi dest xistin.
Berdevkê Polêsên Herêma Donetskê Îgor Dyomîn daxuyanî da rojnamegeran û di daxuyaniya xwe de got ku komên çekdar bi otobusan ve tînin. Polês jî dibêjin dibe ku ev kom alîgirên Rûsyayê bin.