İbrahim Atmaca
11 Sibat 2018•Rojanekirin: 12 Sibat 2018
MOSKOVA
Hat ragihandin ku balafira rêwiyan a ku ji Moskovaya paytextê Rûsyayê rabû û tê da 71 kes hebûn, li nêzî Moskovayê, herêma Ramenskoyeyê ket.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Rewşa Acil a Rûsyayê hat dayîn, balafira rêwiyan a Antonov An-148ê ku aîdê Rêhewaya Saratovê ye piştî ku ji Balafirgeha Domodedovoya Moskovayê rabû û 10 deqe şûnda têkilî pê ra qut bû.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di balafirê da 65 rêwî û 6 miretebat hebûn û balafir li Ramenskoyeya ku dikeve başûrê rojhilata Moskovayê ket û gelek ekîbên xelaskirin û ambulans sewqî herêmê kirin.
Hat gotin ku Wezîrê Ragihandinê yê Rûsyayê Maksim Sokolov çûye herêmê û der heqê ketina balafirê da lêpirsîn dest pê kir.