ŞAM
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê hêzên artêşê yên girêdayî Esed li dijî muxalîfan operasyon lidarxistin û di operasyonan de bi tevahî 66 kes mirin.
Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) de hat diyarkirin ku yekîneyên artêşa Esed hem ji beja û hem jî ji hewayê êrîşî herêmên di destê muxalîfan de ne dikin. Di encama êrîşên hêzên rejimê de li Helebê 36, li banliyoyên Şamê 7, li Der'ayê 6, li Xumûs û Îdlibê 4, li Deyrezor û Hamayê 3, li Lazkiyeyê 2, li Hesekeyê jî kesek û bi tevahî 66 kes hatin kuştin.
Di daxuyaniyê hat diyarkirin di operasyonên ku li Helebê hatin lidarxistin de gelek avahî û wargeh hatin kawilkirin. Her wiha hat gotin ku li herêma Dûma, Cobar, Gûtaya Rijhelat û Dareya yên Şamê tûşî gelekî êrîşên hêzên Esed man.