27 Tebax 2017•Rojanekirin: 28 Tebax 2017
SAN FRANCISCO
Li bajarê San Francîscoya li ser eyaleta Calîfornîaya Amerîkayê Serokê DYAyê Donald Trump û koma nijadperest Ku Klux Klan a ku dibêje amerîkiyên çermspî ji reşikan qîmetdartir in, hatin protestokirin.
Roja şemiyê (duh) li nêzîkî Pireya Golden Gateyê protestoyeke mezin wê bihata kirin. Lê ji ber hinceta ewlehiyê destûr nehat dayîn ku ev protesto bê kirin.
Li ser vê betalkirinê kesên ku dixwestin vê protestoyê bikin li ser medyaya civakî organîze bûn û paşê li Qada Alamoyê li hev civiyan.
Çalakvan di bin ewlehiya bi sedan polêsan va li Qada Alamoyê li hev civiyan û Serokê DYAyê Trump û koma Ku Klux Klanê protesto kirin.
Kom li kolanên San Francîscoyê belav bûn û heta li ber avahiyê şaredariyê meşiya.