ENBAR
Hat ragihandin ku li Deriyê Sînor ê Traybîla li ser sînorê Iraq û Urdinê bi 3 wesaîtên bombebarkirî êrîşa xwekujiyê hat kirin û di êrîşê da li gor agahiyên ewil 5 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn.
Serokê Meclisa Enbarê Sabah Kerxut daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li Deriyê Sînor ê Traybîla li ser sînorê Iraq û Urdinê bi 3 wesaîtên bombebarkirî êrîşa xwekujiyê hat kirin û wiha got: "Mihafizên ser sînorê Iraqê gule berdan wesaîtan. Li ser vê çalakvanan wesaîtên bombebarkirî teqandin. Di bûyerê 5 mihazifên ser sînor mirin û 9 kes jî birîndar bûn."
Kerxut der barê çalakvanên xwekujiyê da agahî neda.
Berdevkê Artêşa Urdinê Serbaz Memdih el-Emîrî destnîşan kir ku êrîş li aliyê Iraqê çêbû.