02 Adar 2017•Rojanekirin: 03 Adar 2017
SILÊMANÎ
Li bajarê Silêmaniyê ji bo pêşdebirina veberhênanên çandiniyê û bidestxistina dahateke zêdetir ji zîraetê bi beşdariya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û wezîran civînek birêve çû.
Civîna ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolîn, Geşedan û Şêwirmendiya Aborî Kurdî-Emrîkî û Yekîtiya Veberhênanên Kurdistanê tê organîzekirin bi beşdariya Wezîrê Çandiniyê û Avê Ebdulsettar Mecîd, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û şarezayan dest pê kir.
Rêvebirê Enstîtuya Kurdî-Emrîkî Tara Şivan di axaftina xwe de diyar kir ku dahata Herêma Kurdistanê halê hazir sedî 95 ji petrolê ye û ev jî sedema serekî ya qeyrana aborî û darayiyê ye.
Şivan pêşniyar kir ku hikûmet li şûna sektora petrolê giringiyê bide qadên çandiniyê û dahatên nû peyda bike.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Talebanî jî di axaftina xwe de rexne li rewşê girt û got:
"Projeyên bînasaziyê, giringîdayîna sektora petrolê û yên din bûn sedem ku çandinî lawaz bibe. Niha me ders ji qeyrana aborî û darayiyê girt. Em li metirsiya kûrbûna li ser petrolê têgihîştin. Îdî bo me zelal bûye ku divê em bi awayekî fiîlî sektora çandiniyê û çavkaniyên avê bikin ewlewiyeta xwe. Loma jî me di civîna Lijneya Wezîran de biryar da ku komîteyeke bala ji bo çandinî û serçaveyên avê deynin.
Wezîrê Çandiniyê û Çavkaniyên Avê Ebdulsettar Mecîd jî axaftinek kir û got:
"Wek wezaret em xwe mesûl dizanin ku ehemmiyetê bidin çandinî û xidayê. Ji bo pêşdebirina vê qadê emê zêdetir bixebitin. Herêma Kurdistanê divê îdî pişta xwe bide dahatên din. Dahata petrolê tenê ne çareserî ye."