11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got, "Alîkariya çekan a ku bi destê Amerîkayê bo unsûrên PYD/YPGyê dewam dike, ne bi tenê ewlekariya Tirkiyeyê, di heman demê da siberoja Sûriyeyê jî dixe xetereyê."
Çavuşoglu di gotara xwe ya bi sernavê "Li Sûriyeyê aştî çawa çêdibe" ya ku di kovara Newsweek a Amerîkayê da hat weşandin da destnîşan kir, ji zû va ye ku çaxê çareserkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê hatiye.
Çavuşoglu destnîşan kir tehdîda terorê ya ku çavkaniya wê Sûriye ye û Tirkiyeyê jî dike hedefa xwe, hê bi dawî nebûye û herwiha hevkariya di navbera Tirkiye û mitefîqê wê yê NATOyê Amerîkayê ne qewîn e û wiha lê zêde kir:
"Grûbên ser bi PKKyê va hê jî li bakurê Sûriyeyê hene û çawa ku tirsa me jî ew e, hêzên dijî DEAŞê yên di serkêşiya Amerîkayê da îznê didin vê yekê. Alîkariya çekan a ku bi destê Amerîkayê bo unsûrên PYD/YPGyê dewam dike, ne bi tenê ewlekariya Tirkiyeyê, di heman demê da siberoja Sûriyeyê jî dixe xetereyê. Qeydên reş ên mafên mirovan ên PYD/YPGyê di raporên saziyên navneteweyî yên serbixwe yên mafên mirovan da cih girtine. Di nav van da bi darê zorê cîguhastina kesên ku ne kurd in, guhertina demografiya herêmê, kavilkirina gundan, mişextkirina dervayî welat an jî hebskirin a hevrikên siyasî, êşkence û leşkerên zarok hene ku ev jî beramberî sûcê cengê ne."
Çavuşoglu bal kişand, PYD/YPGya ku bi rejima Esed ra hevkariyê dike û bi DEAŞê ra jî rêkeftin pêk anîn, wisa didin nîşan ku wê modêleke demokratîk pêşkêşî kurdên li Sûriyeyê bike ku ev yek pir dijwar e.
Çavuşoglu diyar kir ku li Tirkiyeyê 300 hezar kurdên sûriyeyî hene ku ji ber zext û zordestiya PYD/PKKyê reviyane û nikarin vegerin ser cih û warê xwe ku ev yek, îdiaya wan a nûnertiya kurdên sûriyeyê betal dike û wiha pê da çû:
"Nûnerên rewa yên civaka kurdî li Sûriyeyê yên ku di bin sîwana Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) hatine cem hev, di gotûbêjên li Cenevreyê da ji xwe ra cih dîtine û herwiha mafê beşdariya Kongreya Neteweyî ya Diyalogê li Soçiyê bi dest xistine. Piştevaniya Amerîkayê bona YPGyê ketiye ser xeteke pir xeternak ku divê ev yek bê duristkirin. Heger serbestiyeke temam û alîkariya çekan bo rêxistinên terorê yên cihêker bê dayîn, wê demê Sûriyeyeke ku ji aliyê siyaset û xakê va yekbûyî ye, namîne."