11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
CENEVRE
Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Cenevreyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) da lîsteya êrişên kîmyayî yên li Sûriyeyê ya ku Komîsyona Serbixwe ya Lêkolînkirina Sûriyeyê ya Navneteweyî ya NYyê amade kir, hat parvekirin.
Di lîsteyê da hat destnîşankirin ku li Sûriyeyê di 2013an da 5, di 2014an da 8, di 2015an da 11, di 2017an da 2, anku bi tevahî 26 êrişên çeka kîmyayî hatin qeydkirin.
Komîsyona Serbixwe ya Lêkolînkirina Sûriyeyê ya Navneteweyî ya NYyê ji ber ku pêvajoya wê ya lêpirsîna hê dewam dike, êrişa çeka kîmyayî ya li Îdliba bajarê Sûriyeyê nekir nava lîsteyê.