ERBİL
Di rojên dawîn de PYD bi pevçûnên li ser sînorê Sûriyê tê rojevê. Serokê PYDyê Salih Mûslîm wiha got: "Li Suriyê em tu carî li dijî Tirkiyê nebûn."
Mûslîm ji ber sedema karên xwe yên siyasî li Hewlêrê ye. Muslîm pirsên nûçevanê AAyê bersivand û der barê pevçûna navbera PYD û el Nusraya ku li Rasulaynê ya li sînorê Tirkiye û Suriyeyê axivî.
Muslîm ragihand ku pevçûn 5 roj in ku dewam dike û 19 miriyên wan hene. Muslîm diyar kir ku ew hewl didin herêma xwe ji şer biparêzin û axaftina xwe wiha domand:
"Em li bendê bûn ku li Sûriyeyê rewşeke demokratîk çêbe û gel mafên xwe biparêzin, lê mixabin ev nebû. Me hewl da ku em herêmên heta niha ku şer li wir neqewimîbûn an jî pir hindik qewîmîbûn ji şer biparêzin. Me dest pê kir û bi demokrasiyê, birêvebirî amade kir. Lê hin kes vê naxwazin. Herî zêde jî tevgerên şovenîst yên Erebîzmê li dijî plana kurdan derdikevin. Ev pevçûn ne niha, ji serî de heye. Herî zêde Nusra û komên radîkal yên piştgiriyê dide wan bi hestên Erebîzmê, êrîşan dikin."
Muslim diyar kir ku ji ber rewşa xirab wan biryar daye ku birêveberiya xwe damezirînin û got: "Wek perçeyeke Sûriyeyê em birêveberiyeke sîvîl a berwext dixwazin. Sibê li Sûriyeyê çareseriyeke cuda çêbe, em ê beşdarî wê bibin. Niha li Sûriyê tu tişt ne diyar e. Me şeş û nîv mehan li ber xwe da. Ji ber ku me di asoyê de tu hêvî nedît me ew biryar da. Ji bo ku em bizanibin ka em çi dikin, piştî salekî em dê ji birçînan nemirin. Ji ber vê em birêveberiyeke sîvîl a berwext dixwazin."
Muslîm wiha got: "Em nizanin ku pevçûn ber bi kîjan hêlê ve diçe. Heta ku ew êrîş bikin em dê herêmên xwe biparêzin. Lê ez ê nebêjim bila ciwanên kurd herin Şamê û wiha dewam kir: "Tiştekî ku hatiye îlankirin tuneye. Ev wek fikrekî tê nîqaşkirin. Ev dibe ku lîsteya tiştên ewil be, lîsteya qanûnê be, makeqanûn be. Hemû tişt wê bi hilbijartinê çêbe. Me ji partiyên kurdan ên din re daxwazên xwe anîn ziman. Ji wan yên ku ji me re dibêjin "na" bila li dijî vê tiştekî din bînin pêşiya me. Em jî li ser vê yekê niqaş dikin."
Muslîm ragihand ku meseleya kurdan a li Sûriyê wê bandorê ne bi tenê li pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê, wê li ser meseleya kurdan a li Rojhilata Navîn jî bike û axaftina xwe wiha domand: "Em hêvî dikin ku ne bi tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn aştî û demokrasî pêk bê. Li Sûriyê em tu carî li dijî Tirkiyê nebûn. Ka bila sînorên Tirkiyê û Suriyê binihêrin, herêmên herî ewle herêmên ku di bin destên me de ne.Tirkiyeyê tu zirar nedîtiye."
Muslîm li ser pirsa ku Amerîka PYDyê naxwaze jî wiha got: "Ev ne siyaseta Amerîkayê ye. Amerîka car caran bi PYDê re hevdîtinan li dar dixe. PYDyê tu carî zirar nedaye Amerîkayê. Heke behsa demokrasiyê bike yên ku herî zêde ji bo demokrasiyê dixebitin em in. Bawer im ev girêdayî kes û siyaseta li Tirkiyê ye û em hêvî dikin ku ev zûtir biguhere."