ŞAM
Hat ragihandin ku hêzên artêşa rejima Sûriyeyê bi çekên giran li hin bajaran operasyon kir. Di operasyonan de 8 zarok û 4 jin bi tevahî jî 64 kes hatin kuştin.
Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyeyê hat diyarkirin, hêzên artêşa rejima Sûriyeyê di operasyonan de li derdorên Şamê 26, li Xumusê 9, li Helebê 9, li Raqqayê 5, li Îdlîbê 5, li Hamayê 5, li Der'eyê 3, li Quneytrayê 1 û li Hasekedeyê jî kesek hat kuştin.
Li gor agahiyên MASARa ajansa nûçeyên muxalifa, hêzên Cepheya Îslamî bajarên El Carba, Îbedat, Qasimiye, Behariye, Qayse û Deyr Selam yên li Gutaya Rojhilat ya Şamê bi dest xistin.
Hat ragihandin ku Cepheya Îslamî di pevçûnên dijî rejimê de 8 tank îmha kir û 40 mirovên ku di nav de mîlîsên Hîzbullahê û yên lîwaya Ebû Fadl Ebbas jî hene dîl girtin. Li Duma, Haresta, Dareyya, Qabûn, Berze û Yermukê û li navşeya Nebekê di navbera muxalifan û hêzên rejima Esed de pevçûn dewam dikin.
Li gor SANAya ajansa nûçeyên fermî jî hêzên rejima Sûriyeyê bi taybetî li derûdorên Şamê û bi giştî jî li hemû welêt di operasyonan de bandora gelek komên muxalif şikand û dest da ser çekên wan û îmha kir.