Abdullah Tel
06 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
ANKARA
Şirketên lêkolîn û şêwirmendiyê li Tirkiyeyê ji bo nêrîna li hemberî Amerîkayê tespît bikin ankêt amade kirin û pêşkêşî welatiyan kirin. Piraniya kesên ku ankêt bersivandin xwe wekî "dijberê Amerîkayê" dihesibînin.
Şirketa Şêwirmendî, Lêkolîn, Nasandin û Organîzasyonê ya Optîmarê li 26 bajarên Tirkiyeyê bi beşdarbûna hezar û 508 kesî va ankêt çêkir.
Ji kesên pirsên ankêtê bersivandin sedî 71,9ên wan ji bo pirsa "Hûn xwe wekî dijberê Amerîkayê bi nav dikin" gotin "erê ez dijberê Amerîkayê me", ji sedî 22,7ên wan jî gotin "Bi qismî dijberê Amerîkayê me" û ji sedî 5,4an bi tenê bersiva ez dijberê Amerîkayê nînim" dan.
Beşdarvanên ankêtê xurtbûna DEAŞê ya li Sûriye û Iraqê jî piranî bi piştgiriya "Hêzên navendî (Amerîka, Îsraîl û Welatên Ewropayê)" va girêdan. Ji sedî 58ên ku beşdarî ankêtê bûn ev fikra pejirandin.
Ji bo pirsa "Hûn berbihevhatina Tirkiye û Rûsyayê çawa dinirxînin? "jî ji sedî 62,1ê wan erênî û ji sedî 22,4ên wan neyînî û ji sedî 15,2yê wan jî gotin ku di vê mijarê da fikreke wan tuneye.

- Dijberiya Amerîkayê heta niha derneketibû vê merheleyê
Midûrê Şirketa Lêkolînê ya Optîmarê Hîlmî Daşdemir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku saziya wan ji sala 2011î vir va "Lêkolîna Polîtîkayên Derva û Rojhilata Navîn" dike û nêrîna raya giştî ya di mijara polîtîkayên karên derva da derdixe holê û balê dikşîne ser.
Daşdemir destnîşan kir ku di lêkolîna teze qediya da tê dîtin ku dijberiya Amerîkayê gihîştiye asteke gelekî bilind û wiha dewam kir: "Di demên dawîn da li Tirkiyeyê dijberiya Amerîkayê gihîştiye asteke pir bilind û ev di dîrokê da cara ewil e ku gihîştiye vê merheleyê. Encama ankêtê ji bo birêvebirina têkîliyên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da mirov ditirsîne. Di vê mijarê da polîtîkayên Amerîkayê yên li ser FETO/PDYya vê nêrînê bi cih dikin."
- Ankêta AGS GLOBALê
Şirketa şêwirmendî û lêkolînê AGS GLOBALê jî ji sektorên cihê bi 393 kesên karsaz ra ankêt çêkir. Ji beşdarvanan sedî 66ên wan li hemberî Amerîkayê "xwedî nêrîneke neyînî" derketin û bi tenê ji sedî 13yên wan li vê fikrê xwedî derneketin.
Serokê Lijneya Rêveberinê ya AGS Globanê Ahmet Guler destnîşan kir ku li gor encama ji nav karsazan derket divê mirov vê yekê li ser sê stûnan binirxîne.
- Rêjeya dijberan gihîşt ji sedî 85-90an"
Serokê Lijneya Rêvebirinê Şirketa Lêkolînê ya A&Gyê Adîl Gur jî destnîşan kir ku di ankêta herî dawîn kirin da dijberiya Amerîkayê ji ya 20 sal berê bo Rûsyayê dihat gotin zêdetir derket û wiha pê da çû: "Lê di demên dawîn da ji ber ku Amerîka alîkariyê dide PKKya rêxistina terorê û li FETOyê xwedî derdikev baweriya ji xwe kêm dike û dibe sedema zêdebûna dijberiyê. Ji sedî 82 Kurdên li Tirkiyeyê dijîn wisa bawer dikin ku Amerîka dost û mutefîqê Kurdan nîne."