Davit Kachkachishvili
25 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2022
KÎEV (AA) - Li Ukraynayê Katolîk Cejna Noelê di nava şerê ku bi Rûsyayê ra dewam dike da pîroz dikin.
Di navbera Rûsya-Ukraynayê da ji 24ê sibatê vir va şer dest pê kiriye û hê dewam dike. Katolîkên ku li Kîeva paytextê Ukraynayê dijîn di binê dengê sîrenan da Cejna Noelê pîroz kirin.
Kîev jî tê da li tevahiya welêt serê sibehê nêzî du saetan ji ber êrîşa esmanî sîrenan lêxist. Katolîk ji bo cejnê li paytextê di Katedrala Ezîz Nîcholas da civiyan.
Li Ukraynayê hin civakên Ortodoks jî Cejna Noelê îro pîroz dikin.