VAN
Li Wanê kesekî xebatkarên şaxa bankeyekê rehîn girtin, pişt re 2 jê jin 3 rehîne berdan.
Li Borseya Bazirganiyê ya Wanê kesekî personelên şaxa bankeyekê rehîn hilda. Piştî hevdîtinan 2 personelên jin serbest hatin berdan. Hat gotin ku beriya wan herdu jinan, kesek jî hatiye berdan.
Rehîneyên ku ji bankeyê derketin li cihekî ewle li wesaîta polêsan siwar bûn.
Polêsan çenteyek û çend poşêt danîn ber bankeyê, demek şûnda hat dîtin ku kepenk vekirin û poşêt hildan hundur.
Polêsan dora bankeyê bi kordona ewlehiyê ve dorpêç kir. Polês kesê ku personel rehîn hildane û ji wan pere dixwaze qanî dike. Tê gotin ku tifinga wî ya bi pompe heye.