ŞANLIURFA
Li Xelfetiya navçeya Rihayê ku bi saya Bendava Bîracikê dişibe bajarekî li ber peravên behrê û heyama tûrîzmê dest pê kir. Tûrîstên biyanî û xwemalî eleqeyeke mezin nîşanî navçeyê didin.
Li Xelfetiya ku Komisyona Kordînasyonê ya Navneteweyî ya Cîttaslowê ji ber ku bêdeng û aram e, tevlî lîsteya "Bajarên Aram" kir, heyama tûrîzmê dest pê kir. Navçe bi avahiyên xwe yên kevirîn û sirûşta xwe ya xweş wekî "bihûşta veşartî" ye. Tûrîstên ku tên serdana navçeyê bi kelekan va li bajarê ku di bin avê da maye, digerin.
Serokê Konseya Bajêr a Xelfetiyê Nîhat Ozdal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li navçeyê heyama tûrîzmê dest pê kir.
Ozdal destnîşan kir ku her diçe hejmara tûrîstan zêde dibe û wiha got: "Sala par jî xweş bû. Ji ber vê jî 10 kelekên teze ketin xizmetê. Bi taybetî dawiya hefteyê eleqeyeke mezin heye û carna nêzî 40 hezar kesî tên serdana navçeyê û digerin. Li Sûriyeyê şer heye, lê dîsa jî vê bandoreke neyînî li ser tûrîzma Xelfetiyê nekir."
Ozdal diyar kir ku sala par nêzî 800 hezarî kes hatin serdana navçeyê û got ku li navçeyê kêmasiya otoparkê heye.
Filîz Aliciya ku li Almanyayê dimîne destnîşan kir ku Xelfetî dereke hêja ye û got ku Xelfetiyê ez kirim bin tesîra xwe.
Adem Tosun jî diyar kir ku divê Xelfetî bê naskirin û tûrîstên biyanî û xwemalî bên serdana navçeyê.