Hosni Nedim, Ramzi Mahmud, Ömer Erdem
30 Îlon 2026•Rojanekirin: 30 Îlon 2026
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên dijî herêmên cuda yên Xeta Xezeyê da 8 Filistînî hatin kuştin, gelek kesên di navê da zarok jî hene, birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê binpêkirina agirbesta ku li Xeta Xezeyê ji 10ê Cotmeha 2025an û vir va tê cîbicîkirin, didomîne.
Li gorî daxuyaniya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê, di êrîşên Îsraîlê yên binpêkirina agirbestê da 1422 Filistînî hatin kuştin û 4 hezar û 996 kes jî birîndar bûn.
Ji 8ê Cotmeha 2023yan û vir va bi êrîşên Îsraîlê li Xeta Xezeyê zêdetirî 74 hezar Filistînî hatin kuştin, zêdetirî 175 hezar kes jî birîndar bûn. Di êrîşan da derdora ji sedî 90ê binesaziya li Xezeyê jî hat wêrankirin.