NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Xumsa bajarê Sûriyeyê heta niha ji hezar û 370yî zêdetir kes hatine tehliyekirin û rejîmê di nav wan kesan de îfadeya 430 mêrên ku temenê wan di navbera 15 û 55an salan de ye jî hildaye.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Martîn Nesîrky di civîna çapemeniyê ya rojane de destnîşan kir ku ji bo alîkariyê bigihînin şêniyên bajarê Xumsa hatiye dorpeçkirin xebatên xwe didomînin û wiha dewam kir:
"Li herêma ku hatiyê dorpêşkirin me heta niha alîkariya nan, av, cil û bergan de 2 hezar û 500 kesî. Ew alîkarî nêzî mehekê têra wan dike. Ji bo tehliyekirina wan jî em dixebitin."
Nesîrsky bal kişand ser tehliyekirina sivîlên ku ji bajarê Xumsê û diyar kir ku ji hefta borî heta niha ji hezar û 370yî zêdetir kes ji herêmê hatine tehliyekirin. Neteweyên Yekbûyî kesên ku jêpirsîna wan ji aliyê rejîmê ve dewam dike jî ji nêz ve dişopîne.
Tê gotin ku di herêma dîrokî ya dorgirtî de nêzî 2 hezar kes li benda tehliyekirinê ne.