ATÎNA
Hat ragihandin ku li çiyayên Pîerîayê yên li bakurê Yewnanistanê 12 çiyagerên tirk wenda bûn.
Li gor agahiyan çiyagerên tirk li Navenda Bangê ya Acîl ya Ewropayê gerîne û hewar daxistine ku wenda bûne. Li ser vê ji bo dîtina çiyageran xebatên lêgerînê dest pê kir.
Li gor agahiyên agirkujiya bajarê Katerîniyê, banga hewarê nêzî 20 kîlomêtro ji rojavayê bakur, ji dereke asê hatiye.
Rayedaran destnîşan kir ku xebatên lêgerînê dewam dikin.