Selçuk Acar
03 Hezîran 2024•Rojanekirin: 04 Hezîran 2024
Li New Yorka bajarê Amerîkayê piştî ku polêsan "Kampa Piştevaniyê ya Xezeyê" ya nava zanîngehê bela kir, mehekî şûnda xwendekarên alîgirê Filistînê yên Zanîngeha Columbiayê bi navê "Îsyana Refahê" çalakiyeke nû ya kampa çadirê da destpêkirin, xwendekarên mezûn jî piştgirî dan vê çalakiyê.
Xwendekaran li nava kampusa zanîngehê cardin kamp ava kir û li ber deriyê Broadway û Kolana 116emîn civîna çapemeniyê li dar xist. Ji ber destûr nedan ku koma çapemeniyê ya piçûk têkevin hundirê kampusê, xwendekaran ji nava sûra kampusê, ber şîşên sûrê pirsên çapemeniyê bersivandin.
Ji bilî endamên Bernard û Teachers Collegeyê kesên ku nasnameya wan a Columbiayê tuneye, wan hilnadin nava kampusê.
Ji xwednekarên zanîngeha Columbiayê Mehmûd Xelîl di civîna çapemeniyê da axivî û got ku wan navê kampê danî "Îsyana Refahê".
Piştî civîna çapemeniyê mezûnên Zanîngeha Columbiayê yên alîgirê Filistînê jî li derveyî kampusê, pêşiya deriyên Kolana 116emîn û Broadwayê xwepêşandin kir. Xwepêşandêran di çalakiyê da durişmên "Filistîna Azad", "Îfşa bike, tesfiye bike, em ê nesekinin, bêhna xwe venedin" û "Çareseriyek tenê heye, şoreşa întîfadayê, şoreşa xwendekaran" berz kirin.
Mezûnan dowîzên ku li ser "Alîgiriya nijadkujiyê neke", "Mezûn piştgiriyê didin xwendekaran", "Perê ku ji bo makîneya şer tê dayîn êdî bibirin" û "Destûrê bidin ku Filistîn bijî" vekirin.